Ev demeke parlamenterên AKP’ê îstîfa dikin û ji partiya Erdogan xwe vedikişînin.
Parlamenterê AKP’ê yê Amedê yê berê Cuma Îçten got “ez serî radikim û ji AKP’ê îstîfa dikim.
Parlamenterê AKP’ê yê Amedê yê berê Cuma Îçten di hesabê xwe yê medya civakî de daxuyanî da û ragihand ku ew ji partiya AKP’ê îstîfa dike.
Îçten daxuyaniya bi sernavê “Ez serî radikim û ji AKP’ê îstîfa dikim” weşand.
Parlamenterê AKP’ê rexneyên tund li AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got:
Ez ji vê rewşê li Tirkiyê bi gazinc im.
Li vî welatî maf, azadiya mirov, edalet û hiqûq hatiye binpêkirin, xweza nayê parastin .
Ez ji partiya AKP’ê ku edaletê binpê dike dûr dikevin.



