Li Lubnanê berpirsekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin

Hate ragihandin ku rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Hizbullahê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li başûrê Libnanê hatiye kuştin.
Wezîrê Karên Derve Katz ji televîzyona Kanal 14 a Îsraîlê re axivî û diyar kir ku kuştina Tavil ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin,
lê rêveberiya Tel Avîvê bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Li gorî AFP’ê, rayedarekî ku navê xwe eşkere nekiriye, diyar kir ku berpirsê Hîzbullahê yê ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatiye kuştin, di birêvebirina operasyonên leşkerî yên li başûrê Libnanê de xwedî roleke mezin bû.

Rayedarî ragihand ku li gundê Herbet Selmê ê ku bi qasî 10 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye, wesayîta berpirsê Hizbullahê hatiye hedefgirtin.

Hizbullahê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Fermandar Wisam Hassan Tawîl di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Ji destpêka piştevaniya Hizbullahê ya ji bo Hamasê heya niha payebilindtirîn berpirsê leşkerî yê ku hatiye kuştin Tawîl e.

Ev êrîş piştî kuştina Salih el Arurî û şeş endamên din ên pêşeng pêk hat.

Îsraîl êrîşên li ser Hizbullahê girt ser xwe

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz piştrast kir ku êrîşa ku duh yek ji fermandarên payebilind ên Hizbullahê Visam Hasan Tavil hat kuştin Îsraîl pêk aniye.

Wezîrê Karên Derve Katz ji televîzyona Kanal 14 a Îsraîlê re axivî û diyar kir ku kuştina Tavil ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, lê rêveberiya Tel Avîvê bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Katz da zanîn welatê wî endamên Hizbullah, binesaziya wê û sîstemên ku ji bo pêşîgirtina li Îsraîlê ava kirine kirine hedef û got,

“Me berpirsyariya kuştina fermandarê Hêza Ridvan a li ser êrîşa li başûrê Lubnanê girt ser xwe.”

Encama pevçûnên Îsraîl û Hizbullah

Îsraîlê beriya niha ofîsa Hamasê ya li başûrê Beyrûdê ku weke keleha Hizbullahê tê zanîn, hedef girtibû.

Hizbullahê jî ji bo bergirîdanê roja Şemiyê ragihand ku wan 62 moşek avêtine baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê.

Li gorî rojnameya bi navê Orîent Le Jûrê jî ji destpêka şerî heya niha, di şer û bombebaranên Îsraîlê de li başûrê Libnan û Sûriyeyê 154 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin.

Li gorî daneyên AFP’ê jî li Libnanê 3 ji wan rojnameger zêdetirî 20 sivîl hatine kuştin.

Li gorî rayedarên Îsraîlê jî li bakurê Îsraîlê 9 leşker û 5 sivîl hatine kuştin.

Back to top button