Meclisa Amûdê ji ber sûcên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî kir

Meclisa Navçeya Amûdê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Navçeya Amûdê li ber navenda Çand û Hunerê ya Horî kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Nîroz Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk derxistina alozî û koçberkirina şêniyan e.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan û got:

“Şeva berê dewleta Tirk a dagirker li Amûdê bi balafireke bêmirov saziyeke sivîl bombebaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk tu qanûn, mîsaqên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan berçav negirtin û rêzê ji serdestiya dewletan re nagire.

Di vê yekê de sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire.”

Her wiha bang li gel hat kirin ku li hemberî dagirkeryia Tirk berxwedan û têkoşînê xurt bikin.”

Back to top button