RÛSYA AMADEKARIYÊN AVAKIRINA BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI DÊRA ZORÊ DIKE

Di demeke ku Îran hêza xwe li Dêrazorê xurt dike, Rûsya hewldana avakirina bargeheke din li Dêrazorê dike.

 

Çavkaniyan diyar ku Îran hêzên xwe dişîne parêzgeha rojhilat û li hemberî vê yekê Rûsya hewldana avakirina baregeheke asmanî ya din li Dêrazorê dike.

Çavkaniyan ragihand ku di rojên dawîn de gelek alavên lêkirinê ber bi balafirgeha Dêrazorê ya leşkerî ve hatin veguhastin û ev yek nîşaneya berfirehkirina balafirgehê ye.

Balafirgeha Dêrazorê ya leşkerî 10 km dûrî başûrê rojhilatê bajarê Dêrazorê ye.

Balafirgeh ji balafirên sivîl û 2 balafirgehên leşkerî pêk dihat.

Di encama şerê çeteyan li dijî rejîma Sûrî, ev baregeh ji xizmetê derketibû.

Di sala 2015an de jî, Rûsya li gel rejîmê hevpeymanek îmze kir, ku baregeha Himêmîmê ya li başûr-rojhilatî Lazqiyê bêhember bikeve xizmeta Rûsiyayê de.

 

Leave a Reply

Back to top button