Wezîrê Îsraîlî Ben-Gvir derbasî Mizgefta Eqsa bû

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîl Îtamar Ben-Gvir, li Qudsê bi carekê de li ser Mizgefta Eqsayê de girt.
Bivê yekê re Ben-Gvir bû yekem Wezîrê Îsraîlî yê ku piştî 5 sal şûnda ket Mizgefta Eqsayê.
Ji welatên Ereban careke din bertek zêde bûn.

Di dîroka Îsraîlê de hikumeta herî rastgir a tund li ser kare.

Vê hikumetê hema bi hatina xwe re, heqê vê gotinê dayê.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîl Îtamar Ben-Gvir, li Qudsê bi carekê de li ser Mizgefta Eqsayê de girt.

Filistîn: Ev peyama şerxwestinê ye

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, Berdevkê Serokomariyê Nebîl Ebû Rudeyne got:

“Ev pêngava Ben-Gvir ji bo gelê Filistînê, gelê Ereb û civaka navneteweyî şerxwestin e.”

Ebû Rudeyna hişyarî da ku ev kiryar wê bibe sedema derketina aloziya navbera baweriyên li herêmê û wiha got:

Hewldanên rayedarên Îsraîlî yên ji bo guhertina rastiya dîrokî û yasayî ya heyî bi dabeşkirina Mescîda Aqsayê ji aliyê demkî û mekan ve hatin redkiri .

Ebû Rudeyne anî ziman ku ew mehkûmî têkçûnê ne û teqez kir ku Quds xeta sor e ku nayê derbaskirin e.

Her wiha ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku berpirsyariya xwe bicih bîne û Îsraîlê neçar bike ku êrîşa xwe ya li ser Mizgefta Eqsayê rawestîne.

Urdinê serdegirtina li Mizgefta Eqsa şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Urdunê jî ketina bi darê zorê ya Ben-Gvir a li hewşa Mizgefta Eqsayê şermezar kir û got;

Ev “gaveke provokatîf” û “nîşana zêdebûna aloziyê ye.”

Berdevkê Wezaretê Sînan Mecalî diyar kir ku ev êriş binpêkirina pîroziya Mescîda Eqsayê, pêngaveke provokatîf e û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya eşkere.

Mecalî bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl bi tevahî berpirsyariya encamên metirsîdar ên vê aloziyê ye ku hemû hewlên ji bo pêşîgirtina li zêdebûna tundûtûjiyê ku gefê li ewlehî û aştiyê dixwe ye.

Mecalî destnîşan kir ku Mizgefta Eqsayê bi qada xwe ya 144 donimî cihê îbadetê ye ji bo misilmanan.

Urdin: Cihên pîroz yên li Qudisê ji bo me xeta sor in

Beriya niha bi çend rojan Qiralê Urdinê Ebdulahê 2. jî di roportajeke taybet ya li gel tora CNN ê de hiyşariya wê yekê dabû ku cihên pîroz yên li Qudisê ji bo wan xeta sorin.

Back to top button