Vîrûsa Covid-19 careke din ket rojevê

Vîrûsa Covid-19 careke din cîhanê ditirsîne.
Zêdebûna pêketiyên vîrûsê, bûye sedema ku gelek welat rêwiyên ji Çînê tên bêxe bin çavdêriyê.
Rêveberiya Pekînê li dijî vê yekê bertek nîşan da û gefa bersivdayînê xwar.

Li Çînê metirsiya vîrûsa Covid-19 careke din welatî xistine nava tirsê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning li ser mijarê daxuyaniyek da.

Mao Ning diyar kir ku mecbûriyeta anîna testa Covid-19 tenê ji welatiyên Çînî re, “nayê qebûlkirin”.

Mao Ning got,

“Hin welatan qedexeyên têketinê danîne ku tenê rêwiyên Çînî armanc dikin.

Ev pêkanînên ne zanistî nayên qebûlkirin û Çîn dikare li gorî prensîba lihevhatinê li dijî van welatan tevbigere.”

Nêzîkî 12 welatên li çaraliyê cîhanê di hefteya borî de hewcedariya ceribandina Covid-19 li ser rêwiyên ji Çînê ferz kirine.

Li Çînê Vîrûsa Covid-19 careke din belav dibe

Li Çînê vîrûsa Covid-19 ya dawiya sala 2019’an bi bandor bû, tevî 3 sal derbas bûn jî hîna yek ji metirsiyên sereke yên li ser Cîhanê ye.

Her çiqasî di nava demên dawiyê de, Covid-19 weke rojeveke sereke derneketibe pêş jî lê her cihê xwe hebû.

Di nava demên dawiyê de careke din metirsiyên vîrûsê di serî de Çîn li gelek welatan xwe dide der.

Pêketiyên vîrûsê yekem car piştî belavbûna vîrûsê di asta rekorê de derdikeve.

Çînê ji sala 2020’an ve deriyên xwe ji biyaniyan re girtiye.

Rêveberiya Pekînê pland dikir ku 8’ê Çile tevdîrên ji bo Covid-19 girtî rake.

Pekînê ragihand ku hewcedariya testa Covid-19, ku berî 48 demjimêran hate girtin, wê ji bo kesên ku têkevin welêt dewam be.

Back to top button