Dewleta Tirk li 7 deverên çiyayê Cûdî dest bi birîna daran kir

Dewleta Tirk piştî 31 herêmên Bestayê li 7 herêmên din ên Cûdî jî birîna daran û qetilkirina xwazayê destpêkir.

Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêjê yên Şirnexê darbirîna ku di bin navê ewlehiya leşkeran de bi destê cerdevanên bajarokê Sêgirkê ya Qilêbanê hatiye destpêkirin didome.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekan jî, li 7 herêmên din ên Cûdî darbirîn hat destpêkirin.

Rayedarên dewletê ku li hemberî qirkirina xwezaya herêmê bêdeng in, bi navê “ewlehiyê” talankirina xwezaya herêmê diparêzin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku mehekê beriya niha jî li 31 herêmên Bestayê birîna daran hatibû destpêkirin.

Herwiha çavkaniyên herêmê ragihandin ku dewleta Tirk amadekarî deke li Gabarê dest bi birîna daran bike

Back to top button