Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 69 didome

Serhildana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê navber di dome.Di roja 69’an ya serhildanê de jî gelên Rojhilatê Kurdtstanê û Îranê girev û çalakî domandin. Hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina vê yekê lez dane êrişên xwe. Di êrişên hefteya borî de zêdetirî 72 xwepêşander hatine qetilkirin.

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirîn tevî girtin, kuştin û her cure tundiyê di roja 69’an de didome.

Tevî hemû êrişan jî du bişev û îro careke din gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan bûn.

Serhildana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfireh dibe

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikandaran li hemberî qetilkirinên xwepêşanderan dest bi girevê kirin.

Di heman demê gelek dibistan jî nehatin vekirin.

Di çalakiyên xwendekarên li bajarê Sine de hêzên dewletê bi çek êriş kirin û ciwaneke 16 salî bi giranî birîndar bû.

Şeva borî jî li bajarên Sine, Merîwan, Urmiye, Dêwlan, Pîranşar, Seqîz û çend bajarên din, carek din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan çalakiyên xwe domandin.

Dewleta Îranê raste rast welatiyan dike hedef

Li aliyê din tevgerên hêzên dewletê yên ji bo serdegirtina malan û binçavkirina xwepêşanderan berdewam bû.

Hêzên dewletên bi tundî êrişî welatiyan kirin û bê ser û ber seyareyên welatiyan şikandin.

Dewleta Îranê hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dik

Di heman demê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Sine, Ciwanro û Seqîz tevgereke zêde a helîkopterên dewletê hebû.

Her wiha hat destnîşankirin ku wê hîn zêdetir hêzên dewletê li herêmên Kurdistanê werin bi cih kirin.

Çalakiyên pirotestoyî li ser asta Îranê jî li zanîngehan berdewam bûn.

Xwendekaran bi mebesta piştgirî dayîna xwepêşandanên li Kurdistanê gelek dirûşme berzkirin.

Li gel van li bajarê Tehran, Endîmşik, Mîhr, Rey û gelek bajarên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di nava hefteya borî zêdetirî 72 xwepêşander li Îranê hatine qetilkirin.

Di nava hefteya borî de zêdetirî 72 kes hatine qetilkirin

Ji kesên ku jiyanan xwe ji dest dane 52 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Rêxistinê kiryarên rejîmê yên li herêmên Kurdistan, Sistan û Beluçistanê weke sucê li dijî mirovahiyê bi nav kir û daxwaza kir ku lêkolînek navneteweyî li ser van sûcan were kirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên hêzên dewleta Îranê şermezar kir û banga geş kirina çalakî û girevê di roja 24’ê Mijdarê de kir.

Back to top button