Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê nêzî 4 hezar zarok hene.
Ji wan nêzî 700 zarok ku temenê wan heta 6 salî ne.
Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban têkildarî mijarê ev agahî dan.
Li girtîgehên Tirkiyê zêdeyî 3 hezar zarokên ku temenê wan di navbera 12 heta 18 salî de hene.
Nêzî 700 zarok jî hîn temenê wan kêmî 6 salî ne û bi dayikên xwe re ne.
Zêdeyî 170 jî zarokên penaber in.
Bi vî rengî hejmar digihêje 4 hezarî.
Dewleta Tirk bi avakirina girtîgehên nû nîşan dide ku ev hejmar wê zêde bibe.
Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban diyar kir ku girtina van girtîgehan daxwaza wan a bingehîn e.