Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan li Kerkûkê 4 çeteyên metirsîdar ên DAIŞ’ê girtine.
Liv û tevgera daiş’ê li iraqê û başûrê kurdistanê bi dawî nabe.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê têkildarî operasyona wan a li dijî şaneyên DAIŞ’ê daxuyaniyekê weşand.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan li Kerkûkê 4 çeteyên DAIŞ yên metirsîdar girtine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Yek ji çeteyan teqemeniyan vediguhest, yek jî karê revandin û kuştina şofêrên barghilgir ên li ser rêya Tigrît-Kerkûkê dikir.”



