Li parêzgeheke Iraqê greva giştî li dijî Hikûmetê hat ragihandin..
Di heman demê de, 6 leşkerên Iraqî li Bexdayê birîndar bûn..
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Iraqê, xwepêşanderan, navendên Hikûmetê li parêzgeha El-Dîwaniyê girtin û greva giştî li dijî hikûmetê ragihand..
Di vê çarçoveyê de jî, li Kerbelayê, sivîlek hat kuştin..
Hemwextî vê yekê, Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê, ragihand ku, 4 moşek li baregeha nêzî balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî ketine..
Li gorî wan, di encamê de, 6 leşker birîndar bûne..
Ajanda AFP a Fransî jî diyar kir, birîndarên navborî ji hêzên Antî Teror ên Iraqî ne û birînên du leşkeran giran e..