“MOSKOWA Û ŞAMÊ ÊRÎŞA KÎMWAYÎ YA LI HELEBÊ BI ARMANCA TÊKBIRINA PEYMANA IDLIBÊ ÇÊKIRIN”

Şerê dîplomatîk navbera hêzên navdewletî li Sûriyê didome.

Washingotn, Moskowa û Şamê bi çêkirina senaroya êrîşa kîmwayî li Helebê bi armanca têkbirina peymana Idlibê tewanbar dike.

Washingotn, Moskowa û Şamê bi çêkirina senaroya êrîşa kîmwayî li Helebê tewanbar dike.

Li gorî Emerîkayê, Rûsya û rejîma Sûrî ji bo têkbirina agirbesta Idlibê ev yek kirin û diyar kir ku li gel wan agahiyên piştrast hene ku êrîşa li Helebê çêkirîbû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 24’ê Mijdarê ragihadibû ku komên çete yên li bakurê Helebê, êrîşeke bi çekên kîmyawî pêk anîbûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê Robert Palladino di daxuyaniyekê de diyar kir ku li gel wan agahiyên piştrast hene ku raporên rejîma Sûrî ya derbarê êrîşên Helebê de şaş in.

Robert Palladino destnîşan kir ku li gel wan fikar hene ku rejîma Sûrî bi cihê bûyerê bilîze û got:

“Em Rûsya û rejîmê şiyar dikin ku bi cihê bûyerê nelîzin.”

Li gorî Emerîkayê armanc ji êrîşê têkibirina agibesta li Idlibê ye.

Leave a Reply

Back to top button