Çete Îbrahîm Ebdulrezaq: Tirkiye piştgiriya me dike

Çeteyê DAIŞ’ê yê di destê QSD’ê de ku yek ji kujerên Hevseroka Meclisa Bajaroka Til-El-Şayir Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr e, eşkere kir ku dewleta Tirk destek dida wan.

QSD’ê di operasyona ku 4’ê Sibatê dabû destpêkirin û 14 Sibatê temam bû, yek ji kujerên Hevseroka Meclisa Bajaroka Til-El-Şayir a navçeya Deşîşa Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr girt.

Çeteyê bi navê Îbrahîm Ebdulrezaq ku bi navê Hetler tê naskirin di mikurhatinên xwe de behsa tevlîbûna xwe ya nava çeteyên DAIŞ’ê de kir.

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq diyar kir ku ew bi armanca pereyan tevlî DAIŞ’ê bû.

Çete eşkere kir ku ew beşdarî 3 çalakiyan bûye, ya dawî şehîdxistina Seida û Hind di 22’ê Çileyê li navçeya Deşîşa yê başûrê Hesekê bû.

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq xwe mikur hat ku biryarên digihin DAIŞ’ê ku çalakiyên terorîst pêk bînin yekser ji Tirkiyê tên, ku fermnadarên wan û desteka wan ji li wir in.

Back to top button