KARASÛ: BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ RE WÊ LI TIRKIYÊ DEMOKRASÎ PÊK WERE

Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû, di gotara xwe ya vê hefteyê de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan kir û got:

“Eger gelek xwedî li Rêberê xwe dernekeve, nikare li rûmet, hebûn û azadiya xwe derkeve”.

Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya vê hefteyê de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan kir.

Karasû di gotarê de got;

Bi şikandina tecrîdê re wê li Tirkiyê demokrasî û li Kurdistanê jî jiyana azad pêk were.

Karasû destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan kampanyayek têkoşînê dest pê kiriye û wiha anî ziman:

Li Bakurê Kurdistanê û Ewropa biryara grevên birçîbûnê ji bo şikandian tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiya girtin.

Ev helwest û çalakî li armanca ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ tê, ku Komîteya Rêveber a PKK’ê biryara wê dabû”.

Karasû bal kişand li ser encamên berfireh ên rakirina tecrîdê û wiha domand:

“Şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê, wê bike ku li Tirkiyeyê demokrasî, li Kurdistanê jî jiyana azad pêk were. Lewma, dawîanîna li tecrîdkirina Rêber Apo wê gelek girêkan veke.”

MÛSTEFA KARASÛ:
XWEDÎDERKETINA LI OCALAN TÊKOŞÎNA MAN Û NEMANÊ YE

Mûstafa Karasû diyar kir ku zexta li Rêber Ocalan tê kirin nayê qebûlkirin û wiha domand:

“Ev zext û zilm li tevahiya gelê Kurd tê kirin.

Eger gelek xwedî li Rêberê xwe dernekeve, nikare li rûmet, hebûn û azadiya xwe derkeve.

Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd bûye têkoşîna man û nemanê.

MÛSTEFA KARASÛ:
DIVÊ GELÊ ME LI DORA BERXWEDANA LI ZINDANAN BICIVE

Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê gelê Kurd li dora têkoşîna li zindanan bicive û wiha bi dawî kir:

“Eger gerîla û girtiyên li zindanan di nava şert û mercên herî giran de têdikoşin, hingî em dikarin hîn bi xurtî têbikoşin û rabin ser piyan. Ti zilm û zext nikare li ber serhildana gelan bibe asteng.

Leave a Reply

Back to top button