Berxwedana Kobanê ya dîrokî hat silavkirin

Bi boneya heftemîn salvegera destpêkirina êrişên DAIŞ’ê li ser Kobanê, Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Firatê, bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:” Tevî kêmbûna derfetan jî, berxwedana Kobanê hêza xwe ya têkbirina terorê ji hemû cîhanê re îsbat kir.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku li ser axa Kobanê, bi armanca parastina nirx û destkeftiyan yekîtiya kurd pêk hat û ciwanên Kurd ji beşên cuda yên Kurdistanê kom bûn ji bo ku beşdarî berxwedana serdemê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li girtîgehan werin darizandin û şaneyên veşartî bên tunekirin.

Back to top button