Nebîl Werde: Dagirkeran êrîşên xwe zêde kirine, xweparastin mafekî rewa ye

Berdevkê Hêzên Zêrevanên Xabûr Nebîl Werde diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî mehekê ye êrîşên xwe yên li dijî gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê zêde kirine. Nebîl anî ziman ku “bersivdayîna êrîşan mafekî rewa ye û di çarçoveya parastina gel û herêmê de ye.” 

Em Hêzên Zerevanên Xabûr yên li herêma Zirganê, tevî agirbest û lihevkirina çêbûyî jî, dibînin çawa dewleta Tirk agirbestê binpê dike. Êrîşên wê bi her awayî û rojane ji meh û nîvekê heta niha li ser herêmê zêde bûne.

Artêşa Tirk qet li gorî agirbestê tev nagere, di van êrîşan de sivîl û gundên wan tên armanckirin, malên ku dagir kirine jî dişewitînin û şewatên mezin li gundên dagirkirî çêdibin.

Tevî garantiya heyî jî, binpêkirin çêdibin. Êrîş dike, gulebaran û topbaran dike. Berî 5- 6 rojan dîsa bi hawnan bi dijwarî topbaran kir. Gundên sivîlan mîna gundê Tewîle armanc dikin.

Li wir jî, ne QSD û ne jî ti hêzek ji bilî Hêzên Hikumeta Şamê û sivîl tune ne.

Ne ku êrîş giran bibin, em bersivê nadin û nahêlin bersiv were dayîn. Berovajî wê , em pabendî biryara agirbestê ne. Heger ne ji sedî sed be, 95 ji sedî ye. Lê eger êrîşek giran were ji mafê me yê rewa ye ku em parastina xwe bikin. Em Hêzên Zerevanên Xabûr amade ne parastina xwe heta kêliya dawî bikin.

Back to top button