Li Efrînê çeteyan 300 ton gûz ji gundê Xaxirê dizîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, nêzî 300 ton gûz ji gundê Kaxirê yê Mabatayê dizîn.

Li aliyekî din, dizî û talaniya dewleta Tirk û çeteyên wê xelas nabin..

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk mûsima gûzan ji gundên navçeya Mabatayê didizîn û heya niha li gundê Kaxirê nêzî 300 Ton gûz dizîne.

Çeteyên dewleta Tirk her wiha, darên daristana li gundê Hec Qasimo dibirin û dibin Tirkiyê.

Çete li gundê Baflonê kampekê ji malbatên xwe re ava dikin

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de jî dewleta Tirk kampan ji malbatê çeteyên xwe re ava dike.

Malpera Çalakvanên Efrînê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk li gundê Baflonê yê navçeya Şerayê kampekê ava dikin.

Di heman çarçoveyê de, çeteyan li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajêr jî kampek ava kiriye.

Çete 700 dolar ji şêniyekî li beramberî mala wî dixwazin

Malpera Afrîn Post jî da zanîn ku çete li taxa Eşrefiyê ya navenda bajêr jî mala şêniyê bi navê ‘Mihye Dîn Şikrî’ desteser kiriye û 700 dolarî jê dixwazin.

Back to top button