Kurdên Êzidî û Fêlî li Bexdayê konferansa xwe li dar dixin

Îro li Bexda konferansa yekem ya Kurdên Êzidî û Feylî di slogana ‘Ber bi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê’ destpê kir.

Wê di konferansê de 2 panel werin dayîn.

Di panela yekê de mijarên dîroka Kurdên faylî ya kevin, heta 2003’yan, dîroka Kurdên Êzidî ya heta 2003’yan werin niqaşkirin..

Mijara sêyemîn jî di çarçoveya civaka Iraqê de jinên Kurdên Êzidî û Faylî werin dest girtin.

Panela duyemîn.

Li ser piştî rûxîna rejîma Baas heta niha rewşa Kurdên Êzidî û Faylî ..

Ezmûna Kurdên Êzidî di xwerêveberinê de..

Çareserî û pêşniyarên ji bo dosya Faylî û Êzidî û di Iraqa nû de têgihîştina neteweya demokratîk pêk tê.

Tê payîn ku hejmarek rêxistin, saziyên navneteweyî û Êzidî yên li Ewropa, Rûsya û parlamenterên Yekîtiya Ewropa bi riya online peyamên xwe bişînin.

Back to top button