Heyva Sor a Kurd dê li Qamişlo dest bi projeya avakirina nexweşxaneyekê bike.
Nûnerên Heyva Sor a Kurd diyar kir ku wan ji bo çêkirina nexweşxaneyeke li Qamişlo projeyek çêkirine.
Her wiha da zanîn ku ev proje dê di demên pêş de pêk were û got:
”Em xizmetên xwe li çar parçeyên Kurd û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê didomînin.
Heta ku pêvajoya avakirinê ya li Rojavayê Kurd temam bibe, dê alîkariya wan bidome”.
Heyva Sor a Kurd 4’ê Adara 1993’yan de li Almanyayê hat damezirandin.
Navenda wê li Troisdorfê ye û li gelek welatên Ewropayê û li Rojavayê Kurdistanê nûnerên wê hene.
Heyva Sor a Kurd ku gihandina alîkariyê ye di şert û mercên herî zehmet de jî tê koşiya.