Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo jî li goristana şehîd Delîl Saroxan bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.
Berdevaka ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şirîn Ehmed daxuyanî xwend ..
Şirîn Ehmed di daxwiyaniyê de got :
“Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bikaranîna çekên kimyewî şermezar dikin.
Em bêdengiya dewletên navnetewî şermezar dikin.”
Şirîn Ehmed balkişand li ser rola ciwanan ji bo bidawîkirina tecrîdê û êrişan wiha pê de çû:
“Rêber Apo vîna me ye.
Em bang li ciwanan giştî dikin ku li hember tecrîd û êrişên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin..”