Wezîrê Alman bang Tirkiyê kir ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin

Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth diyar kir ku divê Tirkiye li gorî rapora CPT destûrê bide ku parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût, têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan, hefteya derbasbûyî pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel kiribû.

Gokay di pêşnûmeyê de ji Angela Merkel pirsîbû ku tevî tespîta CPT ku gotibû li Îmraliyê êşkence mayînde bûye ew di vê mijarê de çi difikirin.

Di pêşnûmeyê de işaret bi astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan a li Îmraliyê hate kirin û ev pirs hate kirin;

“Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên hikumeta Tirk re, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê tê rojevê yan na?”

Bi navê hikumetê, Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep.

Wezîrê Alman bersiv da pêşnûme pirsê û bersiva wî li malpera înternetê ya Meclîsa Federal hate weşandin.

Roth ji Tirkiyeyê xwest ku şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne ku ew jî endamekî Konseya Ewropayê ye.

​​​​​​​Wezîrê Elman Roth diyar kir ku divê Tirkiye li gorî rapora CPT destûrê bide ku parêzer û malbata wê bi Ocalan pê re hevdîtinê bikin.

Wezîrê Elman her wiha têkildarî astengiya li ser hevdîtina bi hev re ya girtiyên li Îmraliyê jî diyar kir ku divê girtiyê Îmraliyê karibin hevdîtinê bi hev re bikin.

Xwediyê pêşnûme pirsê parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ew vê banga hikumeta Merkel erênî dibînin û got,

“Piştî vê bangê divê Elmanya bişopîne ku Tirkiye ji bo başkirina şert û mercan û bidawîkirina tecrîdê hewl dide yan na.”

Back to top button