Ukrayna…Di êrişa li Kirimê de herî kêm 8 balafirên şer hatin bêkêrkirin

Rewşa li rojhilatê Ukrayna girand dibe.Êdî li herêmên ku berê ji di bin kontrola Rûsya de çalakiyên bibandor pêk tên.
Di êrişa li Kirimê de, herî kêm 8 balafirên Rûsya hatin bêkêrkirin.
Di vê navberê de, welatên G7 û YE ji Rûsya xwestin ku Santrala Nukleerî ya Zaparijya radestî Ukrayna were kirin.

Li Kirimê Rûsya derbek giran xwar.

Bi zelalbûna agahiya teqîna li Kirimê re, windahiyên Rûsya eşkeretir bû.

Hat diyarkirin ku di êrîşa li ser Baregeha Esmanî ya Sakî ya li Kirimê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû dagirkirin de balafirên şer ên Rûsyayê hatin têkbirin.

Li gorî dîmenên satelaytê yên ku ji aliyê The Guardian ve hatine weşandin, bêtirî 10 teqîn li baregeha leşkerî pêk hatiye.

Herî kêm 8 balafirên şer ên Rûsyayê derb xwarin.

Kîev heta niha bi fermî berpirsyariya êrîşê red kiriye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, dibe ku êrîş ji aliyê ‘partîzanan’ ve hatibe kirin.

Rûsyayê jî hewl da ku êrîşê weke bûyereke cidî xuya neke.

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê re axivî û îdia kir ku zirar negihiştiye balafiran.

Lê, rastiya ku wêneyên satelîtê yên balafirên têkçûyî nîşan dide, nêrîna ku ev êrişek armanckiriye zêdetir kir.

Baregeha hewayî 200 kîlometre dûrî eniyê ye.

Weltên G7 u ye dawaza ji Rûsya dikin ku santrala nukleerî radestî Ukrayna bike

Li aliyekî din, fikarên rojavayî yan ya derbarê santrala nukleerî ya Zaporozhye de zêde dieb.

Welatên G7 ku ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngilîstan û DYA’yê pêk tên, bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê hatin şermezarkirin û hat gotin,

“Divê Rûsya tavilê leşkerên xwe ji sînorên Ukraynayê yên ku di qada navneteweyî de tên naskirin vekişîne û rêzê li yekparçeyiya axa Ukraynayê bigire.”

Back to top button