Li Yûnanistanê keştî noqî avê bû 12 penaber xeniqîn 21 kes jî hatin rizgakirin

Rêwîtiya penaberan a ber bi Ewropayê dîsa bi mirinan bi encam bû.
Li rojavayê Yûnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû.
Di bûyerê de herî kêm 12 penaber jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê rojavayê girava Paxosê ya li Behra Îyonya keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû.

Ewlekariya deryayê ya Yunanîstanê diyar kir ku cenazeyê 12 penaberan hatiye dîtin û lêgerîna wan dewam dike.

20 kesên di keştiyê de jî bi saxî hatin rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku di keştiyê de bi qasî 50 kes hebû û ber bi Îtalyayê ve diçû.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî di meha Çilê de li Derya Spî 22 kesên ku xwestin bi keştiyê derbasî Ewropayê bibin winda bûne an jî mirine.

Leave a Reply

Back to top button