Li Brezîlya serdema nû: Lula êdî li ser kare e

Lula di axaftina xwe ya yekem ya serokatiyê de, soz da ku ew ê berberîbûna (qutbûnê) li welêt ji holê rake.

Serokê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula de Silva yê 77 salî doh roja Yekşemê sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir.

Merasîma sondxwarinê li paytext Brasilyayê di Kongreya Neteweyî da hat kirin.

Li Brezîlya serdema Lula a sêyemîn despê kir

Piştî 12 salan Lula cara sêyemîne dibe serokê welêt.

Di merasîma ku Qralê Spanyayê Felîpe VI û rayedarên dewlet û hikûmetê yên 20 welatan jî di nav de Portugal, Almanya, Arjantîn, Kolombiya, Şîlî, Bolîvya, Ekvador, Paraguay û Uguay lê amade bûn de Lûla axivî û got;

“Rêveberiya ku me ji hevrikên xwe yên ku ji faşîzmê îlhamê digirin dewr girt, em ê bi hêzên ku destûra bingehîn dide demokrasiyê biparêzin.

Em ê bi hezkirin bersivê bidin nefretê, bi heqîqetê bersivê bidin derewan.

Em ê bi qanûn û encamên wê yên herî giran bersivê bidin teror û şîdetê.”

Lûla dema îşaret bi wê yekê kir ku serokê berê Jair Bolsonaro dikare were darizandin ev tişt anî ziman:

“Li dijî kesên ku dixwazin milet bi hesabên xwe yên şexsî û îdeolojîk serî bitewîne, ti ruhê me yê tolhildanê nîne.

Em ê dewleta hiqûqê garantî bikin.

Yên şaşiyan dikin wê hesabê şaşitiyên xwe bidin.”

Lula yê ku piştî axaftina xwe ya li Kongreya Neteweyî hat Qesra Planaltoyê li vir kembera serok dewletiyê wergirt.

Lula ku li gorî kevneşopiya welêt divê di merasîmê de kemberê ji serokê berê Jair Bolsonaro bigire, ji ber ku Bolsonaro beriya bidawîbûna dewra xwe çûbû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji komek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gelên xwecihî kember girt.

Bolsonaro yê berê ragihandibû ku ew ê beşdarî merasîma sondxwarina Lula nebe, Îniya borî çûbû DYA yê.

Back to top button