Li Hindistanê Gandhî yê nû

Lîderê muxalîf Rahul Gandhi ji bo wekheviya civakî û aborî, ji aliyekî Hindistanê heta aliyê din dest bi meşê kir.
Gandhi heta niha 2800 kîlometreyî meşiya ye.

Partiya Kongreyê ya Hindistanê ku partiya muxalefeta bingehîn e, di 7’ê Îlona 2022’an de ji bajarê Kamnyakumari  yê li eyaleta Tamil Nadu ku qada herî başûr a welêt e, dest bi ‘meşa yekîtiyê’ kir.

Meş hîn jî dewam dike.

Meşa ku li dijî desthilatdariya Partiya Bharatiya Janata بهاراتيا جاناتا (BJP) a neteweperest a Hîndû destpê kir, bi pêşengiya neviyê serokwezîrê berê yê welêt Indira Gandhi أنديرا غاندي, Rahul Gandhi راهول غاندي dewam dike.

Rahul Gandhi di 3 mehan de 2800 kîlometre meşiyaye

Li gorî nûçeyên di medya Hindistanê de hatin weşandin, lîderê Partiya Kongreyê Gandhi tevî hevalên xwe heta niha bi 2800 kîlometreyî meşiyane.

Gandhi tevî serkêşên partiyê rojê bi qasî 20 kîlomtreyî dimeşe û piştî ji 12 eyaletan derbas bû, plan dike ku meşa xwe li aliyê din ê Hindistanê li Keşmîrê bi dawî bike.

Gandhi dixwaze 3600 kîlometreyî bimeşe

Ji gelek beşên civakê yên Hindistanê piştgirî ji meşê re tê dayin.

Gandhi ku dixwaze bi giştî bi 3600 kîlometreyî bimeşe, anî ziman ku meşa wan Hindistanê bi temamî hembêz dike.

Gandhi destnîşan kir ku ji bo wekheviya civakî û aborî, ji bo pêşîgirtina li dijberiya navbera olan, dest bi meşeke bi vî rengî kirine.

Gandhi yê 52 salî hefteya derbasbûyî li Delhî ya Nû bi xwepêşandanekê hate pêşwazîkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Gandhi got,

“Her saziyeke demokratîk; parlament, medya, hilbijartin ji aliyê hikumetê ve li me hatin girtin.

Ji bilî daketina qadan rêyeke cuda li pêşiya me tune bû.”

Lîderê rûhanî yê Hindistanê Mahatma Gandhi jî sala 1930’î bi 400 kîlometreyî meşiya bû û pêşengî ji serhildana welatê xwe ya li dijî Brîtanyayê kiribû.

Gandhi bi rengekî eşkere bang li rayedarên Brîtanyayî kiribû û ji wan xwestibû ku Hindistanê biterikînin.

Bi vê çalakiya xwe hişt ku welat serbixwe bibe.

 

Back to top button