Yekîneyên Antî-Teror di çalakiyekê de ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî, 3 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.
Yekîneyên Antî-Toror li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 3 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.
Ji wan yek iraqî hebû ku erka wî tirsandina şêniyan û komkirina “Zekatê” ye, her wiha hedefkirina hêzên leşkerî û kesaytên di saziyên rêveberiya herêmê de ye.
Li gorî berpirsên YAT’ê navên çeteyên hatin girtin wiha ne; Ziyad Cedan El-Cedan (Ebû Yaisr) ji iraqê ye û li bajarê Qoriyê yê gundewarê Dêrazorê dimîne.
Çete Ferhûd Îbrahîm El-Şûeybî (Ebû Xelîl) sala 1989’an li bajarokê Şihêl jidayik bûye.
çete Bedir Salim El-Salih (Ebû Fehed El-Iraqî) sala 1969’an li bajarê Mûsilê yê Iraqê jidayik bûye û bajarokê Şihêl ê Dêrazorê dimîne.