Wayne Marotto: Piştgiriya me ji bo QSD’ê wê dewam bike

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî yê li Dijî DAIŞ’ê Wayne Marotto ji bo serketina Operasyona Mirovî û Ewlehiyê spasiya QSD’ê kir û diyar kir ku wê hevkarî û piştgiriya wan ji QSD’ê re dewam bike.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya Dijî Daiş’ê Wayne Marotto ji Ronahî TV re axivî diyar kir ku li Kampa Holê çalakiyên Daiş’ê pir zêdebûn û sivîlên li Kampê êşa hişmendiya Daiş’ê ya tunderew dikişandin, lewre jî wan alîkariya istixbaratî û çavdêrî dan hemleyê û bi awayekî yekser beşdarî hemaleyê nebû.

Wayne Marotto diyar kir misyona wan li Sûriyê û Îraq têkbirina Daiş’ê û pêkanîna aramî û ewlehî li herêmê û bi hevkarî û piştgiriya QSD’ê wê ev armanc pêk bê û dê Daiş nikaribe nifşekî nû tunderew ava bike.

Wayne Marotto diyar kir ku ew ê dê piştgiriya demdirêj ji QSD’ê re dewam bikin.

Marotto anî ziman ku bi hatine rêveberiya nû ya Emerîkî jî ew ê bi misyona xwe dewam bikin û bermahiyên Daiş’ê li herêmê têk bibin.

Back to top button