Hefteya yekem a çalakiya li Strasbûgê bi dawî bû

Çalakiya Starsburgê ku di çarçoveya pêngava KCK”ê de detpêkiriye hefteyek li pey xwe hişt.

Li bajarê Strasborûg a Fransayê,li pêşiya Konseya Ewropa siyasetmedarên Kurd, nûnerên yekbûyên Yekîtiya Hêza Demokratîk Û saziya Oldaran hefteya yekemîn çalakiyê rêvebirin.

Di qada çalakiyê de li kêleka pankartên ku daxwaza azadiya ocalan dike pankarta ‘Qirkirina Êzidiyan Rawestînin’ hate daliqandin.

Ev çalakî duh bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bû.

Hate ragihandin ku wê hefteya bê çalakîya nobetê ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa-TJK-E’ê ve bê dewrgirtin.

Çalakiya ku 12’ê Cotmehê destpê kir wê mehekê bidome.

Back to top button