Welatiyên Başûrê Kurdistanê: Divê gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyan berfireh bike

Welatiyên navçeya Kelar a herêma Germiyanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê banga firehkirina nerazîbûn, xwepêşandan û boykotkirina kelûpelên Tirkî kir.

Welatiyan diyar kir ku dewleta Tirk beşekî destê xwe, xistiye nav jiyana siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên Kelarê da xuyakirin ku divê gelê Kurd dakeve kolanan û li dijî dagirkeriyê biqîre.

Welatiyan da zanîn ku bêdengiya gel, xizmeta doza Kurdî nake, divê kelûpelên Tirkî jî werin boykotkirin.

Welatiyan her wiha destnîşan kir ku Kurdên Başûr, ji aliyê PDK’ê ve tên çewisandin; li şûna ku hikûmeta Başûr li dijî dagirkeriyê derkeve, planên wê bi cih tîne.

Welatiyên navçeya Kelarê ji bo lihevkirina li ser Şengalê jî banga bilindkirina asta çalakiyan kir.

Back to top button