SARÛHAN OLUÇ: EM Ê TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK BIDOMÎNIN

Bertekên li dijî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re her ku diçe zêde dibin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç got li dijî qeyûman ew ê têkoşîna hiqûqî û demokratîk bidomînin. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî got, ji bo wan heqîqet û gotina gel girîng e. 

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku têkoşîna li dijî qeyûman her roj mezin dibe.

Oluç li ser daxuyaniya Suleyman Soylu ya li ser qeyûman gotibû, ”biryar hiqûqî ye” nêrîna xwe wiha anî ziman:

erkdarikirina qeyûman 1’ê Nîsanê hat stendin ango piştî hilbijartinên herêmê bi rojekê, ev yek jî tê wateya ku dagirkirina qeyûman mijarek siyasî ye.

Oluç her wiha axaftinên Erdogan ên dema kampanyaya hilbijartinê jî bi bîr xist û got:

Di axaftina Erdogan de xuyaye her tişt pilankirî bû.

Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û demokratîk bidomînin.”

MIZRAKLI: BERSIVA ME HEQÎQETA GELÊ ME YE

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî , diyar kir ku ya girîng têkoşîn û berxerdana gel e.

Îro em dibînin li Tirkiyeyê li gel rastiyê derewan jî didin der. Jixwe hin jê hene ne hewce ye mirov bersiva wan jî bide.

“Wê ev civak bi rûmeta xwe û esaleta xwe bersivê bide. Bersiva me jî rastî û gotina gel e.”

HEVÇAREDARÊN WANÊ: DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN DARBEYA LI DEMOKRASIYÊ YE

Her wiha Hevserokên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci li ser darbeya 19’ê Tebaxê axivîn.

Hevşaredaran diyar kirin ku 19’ê Tebaxê darbeyeke siyasî ye.

Hilbijartinên 31 Adarê referandûma qeyûman bû. Bi kampanyaya ji qeyûm re na, sendoqên hilbijartinan bûbûn referandûm.”

Leave a Reply

Back to top button