Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li bajarê Silêmaniyê, civînek li ser rewşa siyasî ji penaberên Bakur û Rojhilatê Sûrî re lidar xist. Di civînê de Şêwermendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd axivî . ÇiyaKurd got; Hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo tinekirna kurdan şikestin. Derbeya herî mezin jî li Baxozê bi têkçûna DAIŞ’ê re lê ket.
RÊVEBERIYA XWESER A BKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
LI SILÊMANIYÊ CIVÎNEK LI SER REWAŞA SIYASÎ JI PENABERAN RE LI DAR XIST
Şêwermendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û ROjhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê kurdistanê civînek ji penaberên Bakur û Rojhilatê Sûrî re lidar xist.
Civîn li ser , metirsî û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyî birêve çû.
Bi dehan panaberên Rojavayê Kurdistanê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de de Şêwermendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û ROjhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd axivî û qala gef û dagirkeriya dewleta Tirk kir û got:
BEDRAN ÇIYAKURD:
HEMÛ HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO TINEKIRNA KURDAN ŞIKESTIN
Dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl nake.
Dewleta Tirk li gel Amerîka û Rusya û hêzên serdest li ser înkarkirin û astengirina Kurd negihîn statûya xwe ku tê de nasnameya Kurd parastîbe, lihevkirina dike.
Çiyakurd eşkere kir ku hemû hewldanên dewleta Tirk şikestin û tişt got:
Derbeya herî mezin li Baxoz bi têkçûna DAIŞ’ê lê ket.
Çete bi tenê nikarin li dijî vîna gelê Kurd rawestin.
Dewleta Tirk ezmûna demokrasiyê jiyana bi hev re ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo xwe metirîsdar dibîne.
Şêwermendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û ROjhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd bal kişand li ser hîncetên dewleta Tirk ên bê bingeh û wiha destnîşan kir:
Her kes baş dizane ku YPG û YPJ û QSD ji bo Tirkiyeyê nebûye metirsî.
Civîn bi pirsên beşdaran bi dawî bû.