Alîkarî ji 207 malbatên li Rihayê re hat pêşkêşkirin

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo piştevaniya gel di pêvajoya belavbûna vîrûsa Corona de, dest bi kampanyaya Xwîşk û bira kir. Têkildarî mijarê Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner diyar kir ku wan alîkarî ji 207 malbatên li Rihayê re pêşkêş-kirine.
Her wiha got: Bi vê kampanyayê, em piştevaniya jinên ku di vê demê de rastî tundiyê tên jî dikin.

di vê pêvajoya belavbûna vîrûsa Corona de, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo ji bo piştevaniya gel dest bi kampanyaya Xwîşk û bira kir.

Kampanya li her deverên Tirkiyeyê dewam dike.

Di çarçoveya kampanyayê de bi komîsyonên ku li navçeyan hatin avakirin li ser malbatan alîkarî tê belavkirin.

Li Rihayê 185 malbat hatine tespîtkirin û heta niha xwe gihandine 207 malbatî.

Hevseroka HDP’ê Emîne Çetîner, bal kişand ser xebatên kampanyayê û destnîşan kir ku ji 207 malbatan re alîkariyên xwarinê hatin dayîn. Armanca me em xwe bigihînin 500 malbatan.

Emîne Çetîner diyar kir ku di vê kampanayê de em piştevaniya jinan jî dikin û wê hîn piştevaniya me dewam bike.

Parlementera HDP’ê balkişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinê jî û da zanîn ku tevî xeteriya vîrûsê, tundiya li dijî jinan ji sedî 27 zêde bû.

Hevseroka HDP’ê Emîne Çetîner diyar kir ku li Rihayê li dijî Cornayê tedbîr nehatine girtin, lewra endamên HDP’ê hewl didin xebata xwe bidomînin û gel biparêzin.

Back to top button