Dayîkên Şehîdan: Divê PDK xwe ji rûpela reş derxe û agirê şerekî din gur neke

Pêla nerazîbûnan li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê roj bi roj bilindtir dibe. Dayîk û malbatên şerhîdan ên Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê dikin ku nebe sedema rûdana şerê navxweyî û dest ji siyaseta xwe ya qirêj berde.

Dayîk û malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê naxwazin zarokên Kurdan di ber siyaseta PDK’ê ya qirêj de bibin qurban.

Dayê Aske Elî da xuyakirin ku divê PDK, xwe ji rûpela reş a şerê navxweyî yê 1996 û 97’an derxe û agirê şerekî din gur neke.

Dayê Aske bang li hemû dayîkan kir ku piştgiriyê bidin aştiyê û rê nedin rûdana şerekî Kurdî-Kurdî û got:

“Dema ku pêşmerge, gerîla yan jî şervanekî Kurd şehîd dibe, ez li malê her tim digirîm.”

Dayîka aştiyê Rêzan Umer jî diyar kir ku şerxwaziya PDK’ê li ser daxwaziya dewleta Tirk a dagirker e û bang li dayîkên pêşmergeyan kir ku rê nedin zarokên xwe ku tev li şerê birakujiyê bibin.

Malbatên Şehîdan: Şerê navxweyî tenê şewitandina dilê dê û bavan e

Malbatên şehîdan ên herêma Germiyanê jî bertek li dijî polîtîkayên PDK’ê yên qirêj nîşan dan.

Malbatan da zanîn ku şerê navxweyî ji bilî malwêranî û şewitandina dilê dê û bavan, ti encaman nade. Tenê AKP û Erdogan dê sûdê jê bibînin.

Malbatên şehîdan gotin:

“Gerîlayên PKK’ê li çiyayên Kurdistanê li hemberî Tirkiya dagirker şer dikin, PDK jî digel wê hevkariyê dike.

Divê PDK berê çekên xwe bide Tirkiyê, ne gerîlayên têkoşer.”

Şêniyên Silêmanî jî bang li PDK’ê dikin ku nebin sedema êşeke din a Kurdan û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî bi dû daxwaziyên Tirkiyê nekevin.

Back to top button