Rêveberiya Xweser wê pakêtên alîkariyê belav bike

Rêveberiya Xweser biryar da ku li hemû herêmên rêveberiyê pakêtên alîkariyê li malbatên feqîr belav bike.

Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de biryarnameyek bi jimara 30 da.

Rêveberiyê diyar kir ku dema qedexeya derketina derve dirêje û gelek malbat bi rêya karên rojane debara xwe dikin, li ser vî esasî wê li hemû herêmên Rêveberiya Xweser pakêtên alîkariyê li van malbatên feqîr û muhtac werin belav kirin.

Rêveberiya Xweser: Cenazeyên ji derve tên wê li goristanên nêzî dergehan werin veşartin

Rêveberiya Xweser bi biryareke din a jimara 31’an jî balkişand ser derbaskirina cenazeyan ji herêmên rêveberiyê re.

Rêveberiya Xweser dest nîşan kir ku cenazeyê hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi rêya dergehên sînorî re dikarin werin derbaskirin û ji bo ku vîrûsa Corona derbasî herêmê nebe wê li goristanên nêzî wan dergehan werin veşartin.

Rêveberiya Xweser: Kesên ji dervê tên wê 14 rojan di bin çavdêriyê de bimînin’

Rêvberiyê her wiha diyar kir ku hemû kesên ku di dergehan re derbasî herêmên rêveberiyê dibin wê 14 rojan di bin çavdêriyê de bimînin.

Back to top button