Rewşa tenduristiyê ya girtiyên li Îmraliyê ne zelal e

Têkilî bi derve re nîn e, hevdîtin bi malbat û parêzeran re pêk nayên.
Ev rewşa dîlgirtiyên girtîgeha girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê ye.
Pirsnîşan û nezelalbûn der barê rewşa girtiyan zêde dibin.
Nexasim tenduristiya wan li gel şert û mercên dijwar ên girtîgehan.

Ev du sal zêdetir agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Dewleta faşîst hevdîtinên parêzer û malbatanan bi Rêbertî re qedexe kiriye.

25’ê Adara 2021’an cara herî dawî bû Rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû.

Ew jî tenê 5 deqe bû.. Piştre telefon hat birîn.

Ji wê çaxê heya roja îro li dijî Rêber Ocelan û girtiyên din tecrîdeke giran hatiye sepandin.

Hewldanên naskirina rewşê tên redkirin

Malbata Rêber Ocalan û malbatên girtiyên din roja înê serî serdozgeriyê giştî yê Bursayê da,

Ji bo ku hevdîtinê bi wan re çêkin.

Parêzerên Rêber Ocalan jî, ji bo ku mewkîlê xwe bibînin, heftê 2 caran daxwaznameyê pêşkêş dikin.

Lê daxwazên wan tên redkirin.

Hin caran piştî derbasbûna çend mehan, bi neyînî bersiva daxwaznameya wan didin.

Desthilatên dewleta Tirk bi hiceta ferzkirina cezayên displînê hevdîtinan red dikin.

Li Îmraliyê rewşeke tenduristiyê ya dijwar!

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka 5`an a Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk wiha behsa şert û mercên Îmraliyê dike:

“Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e.

Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin.

Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e.

Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe.”

“Pergala hewayê bandorê li tenduristiya min dike”

Rêber Ocalan bandora tecrîdê ya li ser rewşa tenduristî û psîkolojîk wiha rave dike:

Pergala hewayê ya odeya ku ez lê dimînim, pir xerab e.

Ez nikarim nefesê hildim.

Pencereya hewayê ya odeyê pir bilind e, nêzî banî ye, li asîman dinêre, tê de têl hene, ez tenê asîman dibînim.

Bê guman ketina hewayê di vê pencereyê re ber bi hundir ve ye, ji bilindahiyê tê.

Ev jî bandorê li biyolojî yên bedena min dike.

Ji vir diyar dibe ku , çiqas pirsgirêkên tenduristî pir dibin û girantir dibin.

Ji ber tecrîdê û îşkenceyê êdî nexweşî zêde bûn

Madem ev axaftina Rêber Abdullah Ocalan beriya 14 salan bû,

Bi demê re em dikarin fêm bikin ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku çûne girantir bûne.

Ji ber kiryarên dewleta Tirk ên bi vî awayî, pirsgirêkên tenduristiyê yên nû li ba Rêber Abdullah Ocalan derketin.

Piştî demekê û ji ber tecrîdê, hucreya tekakesî û îşkenceya li mraliyê êdî nexweşiyên wî zêde bûn.

Back to top button