Şaneyên DAIŞ’ê êrişî hêzên pêngava Mirovî û Ewlehiyê kirin

Asayîşê raghand ku duh bi şev li beşa 5an ê Kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistine.
Şaneyên DAIŞ`î êrişî wan kirine, wan bersiv daye û di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 hatin girtin.

Asayîşê bi daxuyaniyekê derbarê vê yekê ev agahî parve kirin:

Duh bi şev hêzên me û şervanên YPJ û QSD’ê li beşa 5’an a kampê operasyoneke taybet li dar xistin.

Di wê operasyonê de di navbera hêzê û çeteyên ku hewl didan birevin, pevçûn çêbû.

Di encama vê pevçûnê de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hate kuştin..

Di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.

He wiha bi çeteyan re 2 çekên AK-47 û rextek jî hatin desteserkirin.

Asayîşê der barê bîlançoya roja 15’an de jî ev agahî parve kirin:

“Çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin, 8 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.

Gelek alavên leşkerî komputer, çend telefon jî hatin desteserkirin.

Back to top button