Desteya Tenduristiyê li Reqayê daxuyaniyek da

Desteyên Tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ev êrişên li dijî sivîlan û binesaziya herêmê ye ne qanûnî ne.
Desteyê bang li aliyên navnetewî kir ku çavên xwe li van sûcan veke.

Di pêla êrişa dewleta Tirk a 23’ê mehê dayî despêkirin de, navendên tenduristiyê ziyanek mezin dîtin.

Di encama van êrişan de nexweşxaneya şûştina gurçikan zirar dit û navenda oksjînê bi temamî hate hilweşandin.

Li dijî van armacgirtinên dijpîvanên mirovî Endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Daxuyanî li Reqayê jî aliya Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Şêrîn Ebas ve hate xwendin.

Şêrîn Ebas diyar kir ji ber bombebarana li stasyona navendî ya oksîjenê û navenda diyalîzê ‘Şûştina Gurçikan’ xizmet sekiniye û got:

“Ew her du navend gelek xizmet dida nexweşxane û navendên tenduristiyê.

Şêrîn da zanîn ji ber bombebaranê niha nexweş nikaran li wir xwe derman bikin û jiyana gelekan ji wan di xeteriyê de ye.

Şêrîn Ebas wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Li gel hemû şert û mercên dijwar, kesên ku cilê spî li saziyên tenduristiyê li xwe dikin, wê bi sonda xwe û wateya rengê spî sembola aştî û hezkirinê pêk bînin û heta dawiyê bi erkên xwe rabin.”

Komîteya Tenduristiyê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bi heman armancê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Komîteyê got:

“Dewleta Tirk bê serber êrişên hovane dike, armaca jê zindîkirina DAIŞ’ê û têkbirina projeya Rêveberiya Xwser e.

Em van êrişên hovane yên ku binesaziya herêmê dike armanc şermezar dikin.

Em bang li hemû rêxistinên tenduristiyê û di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dikin ku çavên xwe ji van êrişan re vekin û rê li sûcên hovane yên li dijî sivîlan têne kirin vekin.”

Ji ber êrişên dagirkeriyê nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bûn

Back to top button