Aloziya li Efxanistanê jî didome. Li Efxanistanê di teqîneke de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Teqîn li sûka bajarê Mezar El-Şerîf ê eyaleta Belxê li dijî du mînîbusan pêk hat.
Hate ragihandin ku di encama êrişa bombeyî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane 13 jî birîndar bûne.
Polîsên Efxanî ragihand ku di êrişê de rêwiyên Şîî hate armanc kirin û got “Dijminên Efxanistanê bi van êrişan dixwazin di navbera gelê me de alozî û dubendiyê çêbikin.”
Beriya hefteyek jî di êrîşa bombeyî ya li ser mizgefteke Şîeyan ya li Mezar El- Şerîf de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.