Li Swîsreyê hevdîtina Biden û Putin hat şermezarkirin

Hevdîtina Serokê DYE’yê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin a li Cenevreyê yê Swîsreyê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên koçberan û gelek siyasetmedarên Swîsreyî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran li dijî polîtîkayên şer ên hêzên emperyalîst û ji bo gelên bindet banga pêkanîna aştiyê kirin.

Kurdistaniyên li Cenevreyê jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de banga rawestandina polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina kurdan hate kirin.

Back to top button