DYA ji ber Navalny ceza li Moskova birî

Amerîka ji ber girtina serokê Mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny cezayên li dijî rayedarên payebilind ên Rûsyayê birîn. Rûsya jî li dijî vê yekê bertek nîşan da û DYA bi destwerdana li nava karê welat tewambar kir.

DYA doh cezayên li dijî rayedarên payebilind ên Rûsyayê birîn.

Ev ceza wekî bersiveke jehkirina muxalifê Rûsyayê Aleksey Navalny ye.

Ev ceza wekî cezayên yekem li dijî Rûsyayê ne ku ji aliyê serokê DYA`yê Biden vehatin ragihandin.

Zakharova: Cezayên DYA kiryarek dijminatiyê ye

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Maria Zakharova cezayên Amarîkayê li dijî Moskovê şermezar kir û ev ceza wekî “kiryarek dijminatî” bi nav kir û soza da ku bi girtina tedbîrên guncav wê bersivê bide.

Zakharova piştrast kir ku her du alî peywirên xwe yên navneteweyî binpê dikin.

Peskov: Cezayên DYA û YE yên ji bo Navalny nayên pejirandin

Ji koşka Kremlinê jî cezayên Amerka rastî bertekek tund hat.

Berdevkê Kremlin Dmitriy Peskov helwesta Waşîngton û Brukselê şermezar kir û bi destwerdana karê welat binavkir.

Krîza Navalny xuya dike ku wê bertekên li dijî rêveberiya Rûsya zêdetir bike.

Back to top button