Dagirkeran 3 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, 3 sivîlên din ji navçeya Mabata revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku bi armanca standina pereyan, çeteyan du Sivîl ji gundê Gemrogê yê navçeya Mabata revandin.

1’ê Adarê, çeteyan şêniyên bi navê Emîn Zekî Menan ê 52 salî û Cemîl Mihemed Ibrahîm ê 48 salî revandin.

Li gorî rêxsitinê, ji bo berdana wan çeteyan hezar Lîreyê Tirkîji her yekî xwestine.

Ji gundê Kokanê yê Mabata jî, çeteyan şêniyê bi navê Idrîs Mihemed ê 35 salî revand.

Çeteyan ji bo serbestberdana wî jî 3 hazar dolar ji malbata wî xwestin.

Çeteyan li navçeya Bilbilê 300 darên zeytûnê birîn

Li aliyê din, ji bo bazarganiya êzingan çeteyên dagirkeriya Tirk 300 darên zeytûnê yên kesê bi navê Reşîd Mistefa Silêman ê ji gundê Qizilbaş yê navçeya Bilbilê birîn.

Erebeyek li navçeya Cindirêsê teqiya kesek hat kuştin 3 jî birîndar bûn

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li navenda Cidirêsê erebeyek teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Back to top button