Îro jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk çalakî hatin lidarxistin

Li dijî êriş û terora dewleta Tirk ya li ser Kobanê û herêmê hers û çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li civaka navnetweyî hate kirin ku êriş û terora dewleta Tirk ya li ser herêmê û dijî sivîlan rawestînin.

Çalakiyên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ên li dij êriş û terora dewleta Tirk ya li ser Kobanê û tevahiya herêmê dewam dikin.

Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrişan li navçeya Til Birakê meşek bi meşaleyan li dar xist.

Bi dehan ji endamê tevgera û şêniyên navçeyê tevlê meşê bûn.

Şêniyên Herêma Firatê jî ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê û hedefgirtiana sivlan li qadan bûn.

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê meşek li navçeya Şêranê li dar xist.

Bi sedan şênî tevlî meşê bûn û êriş şermezarkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Emel ku birîndarên êrişa li ser Kobanê tê de têne dermarnkirin hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê, xwendekaran serdana birîndaran kir.

Kordînasyona Partiyên Siyasî li Herêma Efrînê jî bi heman armancê daxyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên garantor hate kirin ku bi erka xwe rabin û êrişên dagikeriya Tik li ser herêmê rawestînin.

Li Minbicê jî Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên Minbic û gunedawrên wê tevlê meşê bûn.

Meclisa malbatên Şehîdan li Reqayê bi heman armancê daxuyanî da.

Meclisê bêdengiya welatên garantor li hemberî van êrişan şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişa li ser Kobanê û hedefgirtina sivîlan meşek li dar xist.

Di meşê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Meclisa Malbatên a Şehîdan li Tebaqayê jî bi heman armancê daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li ser herêmê rawestîne.

Li Dêra Zorê ji bo şermezarkirian êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê meşek hate lidarxistin.

Jinên Dêra Zorê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Back to top button