Gelê herêmê li dijî tecrîdê daketin qadan

Tecrîda li dijî Rêber Apo li herêmê bi çalakiyan tê şeremzarkirin. Li Hesekê, Amûdê, Tebqa û Dêarzorê li dijî tecrîdê çalakî hatin lidarxistin û bang azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Gelê herêmê li ser rewş û tenduristiya Rêber Apo bi fikarin û di nava çalakiyan de ne.

Bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan.

Piştî ku çalakî veguherî mêtingê, Hevseroka Yekîtiya Jinên Ciwan a Hesekê Sara Hesen daxuyaniyek da.

Sara tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û bêdengiya rêxisitnên mafên mirovan li hemberî sûcên dewleta Tirk şermzar kir.

Şêniyên navçeya Amûdê jî ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo daketin qadan.

Çalakî ji qada jina azad dest pê kir û li qada Şehîd Cîhad veguherî mêtingê.

Li wir, daxuyaniyek bi navê Însiyatîfa Gel ji aliyê endama însiyatîfê Hena Xalid ve hat xwendin.

Hena Xalid bang li CPT û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li ser rewşa Rêber Apo daxuyaniyekê bidin û ji raya giştî re eşkere bikin.

Şêniyên Tebqayê jî li dijî tecrîda li Imralî meşiyan.

Şêniyan bang li her kesî kirin ku li dijî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêber Apo bi erkên xwe rabin.

Şêniyên Dêrazorê jî bi çalakiyekê banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Back to top button