Li parlamentoya Îngilistanê êrişên li ser kurdan hatin nîqaşkirin

Parlamenterê Partiya Karkeran Bambos Charalamboûs ku di civîna bi sernavê “Kurd” de axivî, diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bi Kurdan re ne.

Di civînê de li ser êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava, êrişên dewleta Îranê yên li Rojhilat û serhildanan hat sekinîn.

Hevseroka Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya onlaynê tevlî civînê bû û behsa bandora êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê herêmê kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişên bi çek ên bi ser Kurdan DAÎŞ’iyan azad bike û bang li hikûmeta Îngilistanê kir ku helwesta xwe li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk nîşan bide û spasiya parlamenterên mazûvanên civînê kir.

Wezîrê Rojhilata Navîn ê Partiya Karkeran Bambos Charalamboûs jî diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk bi eşkerehî şermezar dikin û ew bi Kurdan re ne.

Charalamboûs destnîşan kir ku ji bo hikûmet û partî gavên pêwîst biavêjin, dixebitin.

Back to top button