Li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo û êrişên ser herêmê li gelek deveran çalakî hebûn

Li bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û komkujiya Zaxo ya li başûrê Kurdistanê, bertek zêde dibin.
Di çalakiyên îro de banga li hêzên navnetewî û Iraqê hate kirin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwazin û qada ezmanî ya bakur û rojhilatê Sûriyê jî qedexe bikin.

Îro jî gelê herêmê bi çalakî û daxuyaniyan gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û komkujiya Zaxo ya li başûrê Kurdistanê, şermezar kirin.

Meclisa Malbatê Şehîdan ya Minbicê li ser mijarê daxiyaniyek da.

Di daxiyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Sûriyê û Iraqê armanc dike herêmên din dagir bike.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berprsiyariyên xwe li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bi cih bînin û qada ezmanî ya herêmê bigirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê jî li ser heman mijarê daxiyaniyek da.

Meclisê diyar kir dewleta Tirk rojane li pêşiya hikûmeta Iraq û hikûmeta herêmê bi çekên qedexekirî êrişan pêk tîne, ev jî bû sedam ku komkojiya li Zaxo pêk bîne.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan ya Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Sûriyê û Iraqê şermezar kir.

Meclisê bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku dewleta Tirk ji ber êriş û komkujiyên ku pêk tîne darizînin..

Li Dêrazorê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxoyê şermezar kir..

Li Şehbayê jî, Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Efrîn û Şehbayê, ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxoyê çalakiya nobetê li dar xistin..

Di çalakiyê de hat xwestin dewleta Tirk bê darizandin û qada ezmanî ya herêmê bê qedexekirin.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Birakê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê daxuyaniyek da.

Ciwanan di daxuyaniya bang li ciwanên Kurd ên li welat û derveyî welat kirin ku bi erkên xwe rabin û beşdarî xebatên parastina welatê xwe bibin.

Bi heman armacê, Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Hemîsê jî li pêş navenda xwe daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, wê ciwan xwedî li destketiyên şehîdan derkevin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Tirbespiyê jî bang li hemû ciwanan kirin ku li welatê xwe vegerin.

Her wiha hat diyar kirin wê ciwan bi erkên xwe rabin û li cem hêzên parastinê cihê xwe bigirin.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Çilaxa jî bi daxuyaniyek bang li hemû saziyên ciwanan ên li cîhanê kirin ku destekê bidin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê..

Back to top button