Gundewarên Kobanê, Girê Spî, Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Efrîn, Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa û Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.

Dewleta Tirk gundê Celebiyê yê başûr rojhilatê Kobanê û gundên Zormixar, Şiyûx, Carxilî yên rojavayê Kobanê û gundên Merc Ismaîl, Çîşan û Qeremox ên rojhilatê bajar topbaran kirin.

Her wiha gundên Salok ê başûr rojavayê Girê Spî, gundên Hoşan, Dibis ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, gundê Fatse yê rojhilatê navçeyê hatin topbarankirin.

Hem wextî wê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê navçeyên Eyn Îsa û Sirînê jî digeriyan.

Dewleta Tirk carek din gundên Xalidiyê û Dibis ên rojavayê navçeya Eyn Îsa bi hewanan topbaran kir.

Li aliyekî din jî vê varê gundê Til El Werd û Xirbet Şiîr ên başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran hatin topbaran kirin.

Dagirker gundên Keştiar û derdora gundê Bênê yên Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker beriya du seatan jî bi çekên giran li derdora gundê Qeremox û bircê Syria Tel ên rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Back to top button