Di dawiya kongreya Ol û Baweriyên Mezopotamyê de encamname hate eşkerekirin

Di dawiya Kongreya Ol û Baweriyan a Mezûpotamyayê de encamname hate eşkerekirin. Di encamnameyê de gelek xalên girîng hatin destnîşankirin.

Ji ber metirsiya li ser pêşerojê, ji bo ji holê rakirina dijminatiya di nava civakan de kongre bi vê encamnameyê bi dawî bû.

1-Peyama olan; Hezkirin, Aştî û Edalete.

2-Şîara kongrê, dareke ku wekî dayik bi rengên cûda û işareta ku em hemû ji vê erdê ne û divê bi dilên sipî yên bê kîn û tijî hêvî û zanîn dawî li tariyê bînin.

3-Kongre lêvegerekê ava bike û ew wekî komîte di demên pêwist de xebat bike û wekî pencereya berfirehkirina xebatan di cihanê de û bi taybet li cihên ku alozî di peywendiyan de hene.

4-Malpereke elektironîk bê çêkirin da xebatên kongrê û bernameyên wê bi cîhana derve re parve bike, da bi riya wê jiyana aştiyana belav bibe û hemû cîhan zanibe ku ol, bawerî, felsefe û çand dagirtî nêrînên aşîtî û hezkirinê ne..

5-Bangên ji bo yekparebûna li hember tunderewiyê bi riya lêkolîn û tesbîtkirina sedemên wê û dîtina çareseriyan li ser bingeha pîvanên olî û exlaqî yên pirrengiyê diparêze..

6-Girîngiyê bidin rola jin di avakirina civaka saxlem de, ji ber ew nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike û her wiha hevparê hemû karan e û di nav de jî li dar xistina vê Kongrê..

7-Girîngiyê bidin ciwanan ji ber ew stunên serdemê û pêşerojê ne û ji bo têgihiştî bin kar were kirin..

8- Girîngiyê bidin zarokan ew jî bi riya mijûlbûna bi malbatan re bi hemû derfetên heyî..

9-Kongre soz dide ku helwestên munasib ji dozên binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber sedemên dînî, mezhebû û qewmî bigre û destekdana ji dozên adilane re..

10-Kongre ji lêvegerê re plantforme be ku di riya wê hemû çalakî werin kirin. Hemû beşdarên kongrê jî endamin.

Back to top button