Şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê, girtina deriyê Sêmalkayê û El Welîd ji aliyê PDK’ê ve şermezarkirin û xwestin PDK dest ji dijberiya li dijî gelê Kurd berde.
Îro şêniyên kantona Hesekê û navçeyên wê li Dirbêsiyê bi meşekê girtina deriyan û hevkariya PDK’ê şermezarkirin.
Çalakî ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li qada Şehîdan veguherê mîtingê.
Li wir Hevserokê navçeya Dirbêsiyê Ristem Bekir axivî.
Ristem Bekir kirinên PDK’ê şermezar kir û da zanîn ku ev kirin yek ji polîtîkayên dijminê gelê kurd e.
Bekir diyar kir ku gelê bakur û rojhilatê Sûriyê gelê berxwedan û tekoşîne ye û ti carî dev jê bernade.
Herî dawî Ristem Bekir bang li PDK’ê kir ku dev ji siyaseta xwe ya dijî gelê kurd berde.