Koalîsyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê wê sibê li Riyadê bicive

Sibê wê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna wezîrên dewletên di Koalîsyona Navneteweyî,
Li dijî DAIŞ’ê de li dar bikeve..
Pisporên kar û barên komên terorîst dibêjin:
“Hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ’ê paşguh dikin.”

Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê û Kampa Roj li Qamişloye.

Kampên herî xeternak li cîhanê ne.

QSD di 23’yê Adara 2019’an de çeteyên DAIŞ’ê di aliyê cogafî de qedand.

Piştî vê bi deh hezaran malbatên çeteyan xwe radest kirin.

Ev çete di van kampan hatin bicihkirin.

Malbatên DAIŞ’ê tevî sûcên kuştinê ku li kampê dikin, îdeolojiya xwe ya tundraw didomînin.

Sibe wê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna wezîrên dewletên di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de bê lidarxistin.

Ku ji 85 dewletan û rêxistinan pêk tê.

Tê pîşbînîkirin ku wê mijara DAIŞ’ê di civînê de bê nîqaşkirin.

“Hêzên navnetewî dosyaya DAIŞ’ê paşguh dikin”

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamara Arkendî got:

“Hemû cureyên destekê pêşkêşî DAIŞ’ê tê kirin.

Da ku çalakiyên xwe yên terorî di hundirê erdnîgariyekê bike.

Divê Koalîsyona Navneteweyî zexteke zêdetir li hikumet û dewletan bike..”

Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb jî dibêje:

“DYA û hevkarên wê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ketine şaşiyeke mezin.

Koalîsyona Navneteweyî ruxmî derfetên wan naxwazin DAIŞ’ê tune bikin.

Li vir ya xwiya dibe ku hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ’ê paşguh dikin.

Şêniyên heremê: Divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin

Back to top button