Hûsiyan li Derya Sor keştiyek Îsraîlê revandin

Îsraîlê ragihand ku Hûsiyan li Derya Sor keştiyeke ji Tirkiyê dihat, desteser kirine.
Rêveberiya Îsraîlê diyar kir ku wê ev yek bêbersiv nemîne û weke ‘çalakiyek terorê ya Îranê’ destnîşan kir.

Îsraîl diyarkirin ku Hûsiyên Yemenê li başûrê Derya Sor keştiyeke barhilgir a Îngilîz a ji aliyê Japonan ve tê birêvebirin desteser kirin.

Hikumetê di daxuyaniya dayî de ve bûyer wekî “kiryareke terorîstî ya Îranê” binav kir û got:

Wê encamên wê li ser ewlehiya deryayî ya navneteweyî hebe.

Tel Evîv: Di keştiyê de Îsraîlî tune bûn

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got:

“Ev kiryareke din a terorîzma Îranê ye.”

Serê sibê beriya revandiyê, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya es Serî li ser kanala Telegramê ya rêxistinê diyar kiribû ku ew ê hemû keştiyên ku xwediyê wan şîrketên Îsraîlî yan jî bi ala Îsraîlî ve girêdayî ne, wê bikin hedef.

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA di nirxandina bûyerê de got,

“Em ji rewşê agahdar in û ji nêz ve dişopînin.”

Back to top button